Li Derayê 5 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di teqîna mayînekê bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li Derayê de 5 leşker hatin kuştin.

Li Derayê 5 leşkerên Şamê hatin kuştin
22 ÇILE, 2024   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih ku agahiyên xwe dispêrin dezgehên çapemeniyê, li ser rêya di navbera bajarê Hara û bajarokê Zimrên ê li bakurê Derayê de mayînek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya, di encamê de 5 leşker hatin kuştin.

Ev yek piştî ciwanekî bi tevlêbûna nava komên çeteyên DAIŞˊê de hate tawanbarkirin, ku bi guleyên nenasan hate kuştin pêk hat. Cenazeyê wî ciwanî li ser rêya nêzî bajarokê Xerab El Şehîd ê li rojavayê Derayê hatibû dîtin.

(fr)