Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek hat teqandin; gelek çete hatin kuştin

Parêzvanên Şêxmeqsûdê xaleke çeteyan a çek û cebilxaneyê li derdora Çerxerêya Şîhan teqand, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek hat teqandin; gelek çete hatin kuştin
9 ÇILE, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, yekîneyek Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûdê li dijî xaleke çek û cebilxaneyên çeteyan a li derdora Çerxerêya Şîhan operasyonek li dar xist, di encamê de teqînek mezin çêbû. Gelek çeteyên li wê xalê hatin kuştin û birîndarkirin.

Hat diyarkirin ku çeteyan ji wê xalê ve Şêxmeqsûd topbaran dikir.

(fr)