Li Bakurê Kurdistanê ji bo gerîlayên şehîd konê sersaxiyê hate vedan

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye ji bo şervanên azadiyê ên ku dem û cihên cuda şehîd bûne konên sersaxiyê hatine vekirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo gerîlayên şehîd konê sersaxiyê hate vedan
25 tebax, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ji bo şehîdên tevgera azadiye ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne konên sersaxiyê hatine vedan.

STENBOL

MEBYA-DER li navçeyên Stenbolê Başakşehîrê Bagcilarê û Sancaktepeyê ye ji bo şehîdan konên hatin dayîn. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, Hevserokên DBP’ê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li şînê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin. Li eywana ku bîranîn lê hat lidarxistin pankartên li ser “Şehîdên Me Rûmeta Me Ne”, “Em Şehîden Azadiyê Bi Bîr Tînin” û “Têkoşîna Wan Rêya Me Ronî Dike” nivîsandî hatin daliqandin. Di bîranînê de tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

WAN

MEBYA-DER a Wanê, ji bo şehîdan li navçeya Artemêtanê ya Wanê, Li eywanê wêneyên şehîdan hatin danîn û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîd ronahiya rêya me ne”, “Şehîd namirin” hwd. hatin daliqandin. Malbat, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev merasîmê bun.

GEVER

Colemêrgê li navçeya Geverê ji bo şehîdan şîn hat danî. Li qada sersaxiyê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Şehîd Namirin" hatin vekirin. Ji çar aliyên Colemêrgê hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe da konê sersaxiyê. Malbat sersaxiyan qebûl dikin û li qada sersaxiyê ji bo bîranîna şehîdan gul hatin danîn.

SIBÊ LI CIZÎR DEST PÊ DIKE

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dê sibe li ber avahiya DEM Partiyê ji bo şehîdan konê sersaxiyê bên danîn.