Li Almanyayê penaberekî sûrî hate girtin

Polîsên almanî penaberekî sûrî girtin ku rêberê komeke çekdar li Helebê bû û bi kirina sûcên şer di sala 2011’an de li dijî sivîlên ku xwepêşandan dikirin tê tawanbarkirin.

Li Almanyayê penaberekî sûrî hate girtin
30 îlon, 2025   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuters’ê ragihand ku polîsên alman, penaberekî sûrî ku sala 2011`an li Helebê sûcên li dijî mirovahiyê kirine, girtin. 

Dozgeran diyar kir ku di 8 bûyeran de di Nîsan û Mijdara 2011’an de, piştî nimêja înê, gumanbar û yên pê re, bi çûyên hesin û amûrên din li sivîlan dan ji bo ku xwepêşandana wan berbelav bikin.

Li gorî dozgeran, vî gumanbarî hin xwepêşandêr radestî polîsan û hêzên îstixbaratê kirine, di girtîgehan de rûbirûyî îşkenceyê mane û yek ji xwepêşandêran hate kuştin.

Gumanbar, ku bi navê Enwer S tê naskirin, li gorî qanûnên taybetmendiyên alman, rêberê “komeke çekdar e” ku li Helebê dema rejîma berê, belav bû.

Dadgeheke almanî berê serokê komeke çekdar a sûrîyeyî ku piştgiriya rejîma berê dikir, bi tohmeta “sûcên şer û tawanên li dijî mirovahiyê" di salên şerê li Sûriyê de, cezayê hepsê heta hetayê lê birîbû.

(ac/şx)

ANHA