Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb, Suryan diyar kirin ku ew dê her tiştî bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike
Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike
Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike
Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike
Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike
Kurd, Ereb û Suryan: Rêber Abdullah Ocalan me hemuyan temsîl dike
24 sibat 2024   14:57
QAMIŞLO

Komkirina îmzeyan ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li navçeya Tirbespiyê û gundên wê di roja xwe ya 5`an de dewam dike.

Îro komîteyên hevbeş ên ji saziyên sivîl, meclis û komînan pêk tên li mal û taxên Tirbespiyê geriyan. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan ên navçeyê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Şabo Şemûn ê ji pêkhateya suryan wiha bersiva pirsa "çima te îmze kir" da û got: "Ez ê bi deh tiliyên xwe îmze bikim. Rêber Ocalan mirovekî azadî da her kesî. Em jê re çi bikin em ê deyndarê wî bin. "

Şabo wiha domand: "Me wek suryan fikr û felesfeya Rêber Abdullah Ocalan hilbijart, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemî pêkhateyan dixwaze. "

Welatiya bi navê Emîna Îbrahîm jîgot: "Rêber Abdullah Ocalan jin ji zilm û zordariyê rizgar kir. Em jî wek jin dibêjin azadiya Rêbertî azadiya me ye. Ji bo wê em îro îmzeya xwe didin. "

Welatiyê ji pêhateyên ereb Xalid El Ebûsî yê ku ji bo azadiya Rêber Abullah Ocalan îmzeya xwe da got:  "Min îmze kir ji bo Rêber Ocalan azad bibe. "

Xalin wiha berdewam kir: " Rêbertî hemî pêkhate anîn gel hev û yekitî di nav hemûyan de çê kir. Em ê heya dawiyê li pey Rêberê xwe bin. "

(ex)

ANHA