Kongreya PKK`ê di medyaya erebî de

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn kete rojeva medyaya erebî jî. Manşet û sernavên balkêş girîngiya kongreyê û bendewariya biryarên wê nîşan didin.

Kongreya PKK`ê di medyaya erebî de
10 gulan, 2025   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya 12`emîn di rojeva medyaya erebî de jî cihekî berfireh girt. Medyaya erebî li benda ragihandina "biryarên dîrokî" ye ku dibe bandorê li rewşa herêmê bi giştî bike.

Kongreyê di sernav û manşetan de wiha cih girt:

Rojnameya El Ereb: Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê bandoreke erênî dide ser Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê.

Sky News Arabia: Partiya Karkerên Kurdistanê "biryarên dîrokî" dide û di demeke nêzîk de daxuyanî tên dayîn.

El Hedath TV: Partiya Karkerên Kurdistanê "biryarên dîrokî" radigihîne.

El Arabiye: Piştî daxuyaniya PKK`ê, gavên “dîrokî” dê çi bin?

Rojnameya El Quds El Erebî: Li ser banga Ocalan, Partiya Karkerên Kurdistanê kongreyek li dar xist û “biryarên dîrokî” dan.

Rojnameya El Şerq: Piştî însiyatîfa Ocalan “biryarên dîrokî” yên Partiya Karkerên Kurdistanê.

Al Sumaria TV: Partiya Karkerên Kurdistanê kongreya xwe ya 12’an li dar dixe û “biryarên dîrokî” dide.

Rojnameya El Şorûk: ​​Partiya Karkerên Kurdistanê kongreya xwe ya 12’an li dar dixe û biryarên dîrokî dide.

Televîzyona Al Alam: Partiya Karkerên Kurdistanê dê di demeke nêzîk de biryarên dîrokî ragihîne.

Rojnameya Al Nahar: Gaveke girîng; Partiya Karkerên Kurdistanê kongreyek li dar xist û “biryarên dîrokî” dan.