Kongreya Îslama Demokratîk panelek bi rêxistin kir

Kongreya Îslama Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi hev re civaka demokratîk û hevgirtî ava bikin" panelek organîze kir.

18 nîsan, 2026   14:10
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk panelek li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi rêxistin kir. Melayên mizgeftan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, Desteya Rûspiyan û endamên Kongra Star beşdarî panelê bûn. Panel bi dirûşma "Em ê bi hev re civaka demokratîk û hevgirtî ava bikin" hate birêxistinkirin. 

Di panelê de mijara "Cudahiya di navbera îslama desthilatdar û îslama Demokratîk de” ji aliyê hevserokê Kongra Îslama Demokratîk şêx Mihemed El Xerzanî ve hate dayîn. Şêx El Xerzanî diyar kir ku divê ol û desthilat ji hev dûr bin, garantiya serxwebûna dad û dayîna mafan were dayîn û olê nexin bin xizmeta berjewendiyên xwe. Her wiha gor Îslama demokratîk nûnertiya dadê dike lê Îslama desthilatdar dibe sedema dagirkirinê.

Di mijara duyemîn "Jin di navbera şerîet û rastiyê de" ji aliyê hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Evîn El Hecî ve hate dayîn. Evîn bal kişand ser cihê jinan ê di şerîet û rastiya civakî de û got: “Jin ji mafên wan mehrûm kirin. Tundî li ser jinan didome. Azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye.”

Mijara sêyemîn jî bi sernavê "Di Îslamê de bingeha hevgirtina civakî: Modela Îslama Demokratîk" ji aliyê endamê Meclisa Rêveber a kongreyê şêx Silêman Ehmed Elî ve hate dayîn.

Elî diyar kir ku divê civak xwe ji fitne, tevlihevî û şerê navxweyî biparêze û got: "Ji bo ku em civakeke hevgirtî û demokratîk ava bikin, divê em vegerin eslê xwe û baweriya me bi pirrengiya etnîk û neteweyî hebe. Kongreya Îslama Demokratîk berpirsyarî rakiriye ku rêgezên xwişk û biratiyê di nava civakê de belav bike.”

Piştî axaftinan beşdarên panelê jî diyar kir ku desthilatdaran civak parçe kiriye, hewl didin fitneyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyeyê. Her wiha di nîqaşan de bang li melayên mizgeftan kirin ku civakê perwerde bikin, destûrê nedin ku zimanê nefretê bi kar bînin û provokasyon çêbin.

(np)

ANHA