Kongra Star: Têkoşîna şehîd Salih Muslim dê were domandin

Kongra Star bi peyamekê têkoşer Salih Muslim bi bîr anî û got, dê têkoşîna wî were domandin.

Kongra Star: Têkoşîna şehîd Salih Muslim dê were domandin
12 adar, 2026   00:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star der barê şehadeta hevserokê berê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamê Desteya Hevserokatiyê ya partiyê Salih Muslim de peyamek weşand..

Peyama Kongra Star wiha ye:

''Bavê Welat, şehîd Salih Muslim ji salên 80’yê ve bê rawestan û bê dudilî di oxira azadkirina xak, gel û nirxên Kurdistanê de têkoşîneke bêhempa meşand. Nêzî pêncî salî di nava hemû êrişên rejîma Baas û dewleta faşist a Tirk de kêlî bi kêlî berxwedanî kir. Di salên destpêka ku Rebêr Apo derbasî sahaya Sûriyeyê bû de Bavê Welat bi hemû hêza xwe ji bo ku rêhevaltiyeke rast bi Rêber Apo re bike kete nava kar û xebatê. Helbet wê demê êrişên rejîma Baasê di asta îrade şikandinê de bû. Girtin, gefxwarin, şerê nefsî û ji têkoşînê dûrxistin bi hemû awayên xwe di dewreyê de bûn. Bavê Welat jî her timî rastî van êrişan dihat. Lê  tu carî gaveke paşde ne avêt. Li dijî van kiryaran her tim bi wêrekiyekê bersiv da. Weke civaknasekî  di nava civaka Rojava de kar kir. Di 14 salên şoreşa Rojava de jî  keda Bavê Welat hîmeke xurt ava kir. Di heman demê de bi kesayetiya xwe ya rewşenbîr  Bavê Welat siyasetmevanekî doza Kurdistanê bû. Şehîd Salih Muslim  xwedî teybetmendiyên cûrbicûr bû ku doza gelê Kurd li derveyî welat de bide naskirin û mafên gelê xwe biparêze di nava hewldanên mezin de bû.

Di nava salên Şoreşa Rojava de jî Bavê Welat rûbirûyê êrişên zor ên dewleta Tirk a faşîst jî hat. Hem kesayetiya wî hedef hate girtin hem jî di şexsê wî de doza gelê Kurd hedef hate girtin. Lê Bavê Welat dikarîbû li hember van êrişan bi zimaneke dilnizm, bi sebir, bi mebde bersiv bide û ew qet paş xwe mêze nekir. Şehîd Salih Muslim di prensîbên xwe ên jiyanê de jî xwedî sekneke xurt bû.

Bavê Welat di nava rewşeke herî sotîner de, di nava hemû êrişên bêrehm de du caran hevserokatiya PYD'ê kir. Bi rastî jî Bavê Welat bi dilnizmî û fedakariya ku raber dikir  dilê gelê xwe zêde  qezenç kiribû. Ji bo ku hişmendiya yekitiya neteweyî pêk were xwedî hewldaneke rêzgirtinê bû. Ji her pêvajoyê zêdetir di vê pêvajoyê de ji aşitî û demokrasiyê bawer bû ku careke din Rêhevalê xwe Serok Apo bibîne û karibe vê pêvajoyê bi hev re bigihijînin çareseriyê. Bi wê bawerî û hêviya ku careke din Rêber Apo bibîne  li ser lingan bû. Girêdan û baweriya Bavê Welat bi projeya Serokatî ve gelekê xurt bû ku weke projeyeke civakî û demokratîk ew ê serbikeve. Di vê hêlê de yek ji kesên ku li hember hemû êrişên  li ser projeya Serokatî dihate kirin, sekna herî xurt nîşan dan jî Bavê Welat bû.

Weke teybetmendiyên kesayetî jî her mirovek ku pê re mayî û dan û standin kirî bi rihê wî yê parveker û dilnizm ji nêz ve didît. Ew bi zarokanre dikarîbû rihê zaroktî nîşan bide û bi jinan re dikarîbû rêhevaltiyeke herî durust bike. Cihê ku destê wî digihiştê bi her kesî re alîkar dibû. Ji bo ku malbateke demokratîk ava bibe hewldanên wî gelek mezin bûn. Bavê Welat bi van teybetmediyên xwe cihê xwe di dilê her beşên insanan de digirt.

Em çiqasê behsa Bavê Welat bikin em nikarin ji sedî yek jî ked û nirxê wî bînin ziman. Lê tenê ev tê gotin ku yek ji kesayetên ku êşê gelê xwe ji nêz ve hîs kir, siyaseta înkarkirinê li ser gelê Kurd heta dawî hem jiyan kir hem jî li hember vê siyasetê şer kir. Êşa civaka xwe di navneteweyî de nas kirin, bû fedaiyê gelê xwe.

Em dîsa Bavê Welat, dîplomatê mezin, siyasetmedarê zane, rêhevalê jinan, dostê gelan, bavê demokrasiyê, xwedî bîr û baweriya xurt a fikir û felsefeya Rêber Apo, hevrê Rêber Apo şehîd Salih Muslim bi rêzdarî bibîr tînin. Ji bo ku xeyalên Bavê Welat temam bibe em weke rêhevalên wî yên jin em ê têkoşîna wî berdewam bikin. Oxir be rêhevalê hêja.