Konfederaliya Rêxistinên Civaka Sivîl êriş şermezar kirin

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bal kişand ser mafên gelan ên xweparastinê.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Sivîl êriş şermezar kirin
24 cotmeh, 2024   13:32
REQA

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên sivîlan û binesaziya herêmê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş binpêkirineke mezin a mafên mirovan e û xetereyeke rasterast li ser ewlehiya herêmê çêdike.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser saziyên xizmetguzarî, firine û stasyonên ceyranê hatin bibîrxistin û hate gotin: "Di encama van êrişan de qurbanî çêbûn. Ev êriş rewşa mirovî aloz dike û êşên gel zêdetir dikin. Di heman demê de hewldanên me yên avakirina civakeke demokratîk a ewle lawaz dikin."

Di dewama daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi sûcên li dijî civakê hat binavkirin û ev tişt hat gotin" Berdewama van êrişan statuya civakê dixe xetereyê û li pêşiya hewldanên me yên pêkanîna aştî û jiyaneke hevbeş dibin asteng."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker helwesteke xurt nîşan bidin.

Bang li tevahî rêxistin û beşên civakî û hêzên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kesayetên welatparêz jî hat kirin ku li hemberî êrişan hevgirtina xwe xurt bikin. Hate gotin: "Mafê gelê me yê parastina maf û xaka xwe heye. Em ê ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmên me û tevahî Sûriyeyê bixebitin."

(bb)

ANHA