Komîteya Ol û Baweriyan cejna Remezanê pîroz kir

Komîteya Sazker a Meclisa Ol û Baweriyan cejna Remezanê li cîhana îslamî, gelê herêmê pîroz kir.

Komîteya Ol û Baweriyan cejna Remezanê pîroz kir
9 nîsan, 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Remezanê, Komîteya Sazker a Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û cejna Remezanê li cîhana îslamê û gelê herêmê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî meheke rojî cîhana îslamî pêşwaziya cejna Remezanê dikin û bi hêvî ne ev cejin bibe wesîleya ku di civakeke demokratîk de gelê herêmê bi hev re bi aramî û aştî bijîn, di demekê de ku hemû gelê herêmê bi hemû ol û baweriyên xwe pêşwaziya cejna xwe dikin, li aliyekî din jî di bin navê îslamê de şerekî deshilatdariyê tê kirin. Bi her şêwazî hewl didin civakê bi şerê taybet xerab bikin, ji aliyekî din ve ku meha Remezanê meha xêr û bereketê ye, meha rehm û qenciyê ye, lê gelê herêmê di rewşên pir zor re derbas dibe; ji êrişên hovane , dagirkerî bigire heta bi qirkirinê. Van kiryaran dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li ser herêmê pêk tînin. Bi wê re nirxên îslamê têk dibin. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate bi ol û baweriyên xwe bi hev re bi aramî li ser bingeha neteweya demokratîk dijîn.

Li ser vê bingehê û bi boneya cejna Remezanê, hêviya gel û hemû bîr û baweriyan ne ku ev cejin bibe cejna aştî û aramiyê, wekhevî û edaletê, bidawîbûna hemû êş û şeran li tevahî cîhan.

Em bang li tevahî gelê me, hemû gelên xwedî bîr û bawerî, gelên azadîxwaz, demokratîxwaz dikin ku têkoşîna li dijî zulmê bilind bikin, yekitiya xwe xurt bikin, li hember îslama rast berpirsiyar bin.

Em cejna Remezanê li cîhana îslamî û tevahî mirovahiyê pîroz dikin."