Komên hikumeta demkî malên Kobaniyan talan kirin

Mal û milkên xelkê gundewarên Kobanê ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine talankirin û şewitandin.

8 adar, 2026   11:12
KOBANÊ

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê beriya ku di çarçoveya pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê de, ji gundewarên Kobanê vekişin, mal û milkên şêniyan talan kirin, heta bi derî û paceyên malan jî ji wir vekirine û birin.

Li gundê Zirîkê yê başûrî bajarê Kobanê malên şêniyan talan kirine û hemû pêdiviyên malê dizîne. Her wiha agir berdan hin malan û hemû tiştên wan jî di malan de şewitandin.

Şêniyên gundê Zirîkê piştî vekişandina komên hikumeta demkî ji gund vegeriyan malên xwe. Şêniyan dîtin ku malên hatine vekirin talankirin û şewitandin.

Li gorî dîmen ji gundê Zirîkê hatine bidestxitin, talanî û wêraniya li malan diyar dibe.

(sş/bb)

ANHA