Komên çete dixwazin derkevin, lê Tirkiye nahêle

Hat zanîn ku komên çete yên li Minbic, Girê Sipî û Serêkaniyê dixwazin derkevin û biçin bajarên xwe, lê dewleta Tirk a dagirker destur nade wan.

Komên çete dixwazin derkevin, lê Tirkiye nahêle
28 kanûn, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve, li gel artêşa Tirk bênavber êrişî herêmên Tişrîn û Qereqozaq dikin, li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê ji hevketine. 

Çeteyên ku gelek windahî dan, piştî bangên QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dixwazin ji herêmên dagirkirî derkevin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, gelek endamên komên çete yên ketine Minbicê, reviyan e. Piraniya komên din jî dixwazin ji herêmê derkevin û biçin bajar û malên xwe.

Piştî têkçûna çeteyan a li Tişrîn û Qereqozaq, hat zanîn ku komên çete yên li Serêkaniyê û Girê Sipî jî dixwazin bi malbatên xwe re vegerin cihên xwe.

Çavkaniyan gotin ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî van hewldanan ketiye nava liv û tevgerê û nahêle ku çete derkevin. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk zorê liv an koman dike ku bimînin û wan bi zorê dide şerkirin.

(a)

ANHA