Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê sûcdarên Komkujiya Duyemîn a Parîsê werin cezakirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Kongra Star û xelkê kantona Firatê Şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê di salvegera wan a yekemîn de bi bîr anîn û banga aşkerakirina komkujiyê û hesabkirina sûcdaran kir.

23 kanûn, 2023   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‎23′yê Kanûnê (salvegera yekemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê ye) di êrişeke çekdarî ya li Komeleya Ahmet Kaya ya li Parîsê de endama Desteya ‎Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mihemed Şîrîn Aydin) û Ebdurrehman ‎Kizil şehîd bûn.‎

Kongra Star a Dirbêsiyê û bajarokê Hesekê bi daxuyaniyên cuda şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Endama rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Nesrîn Şêxo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Fransayê hate kirin ku bi erkên xwe rabin û sûcên li ser xaka wê pêk tên aşkera bikin û sûcdaran ceza bikin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên jin, hiqûqî, kesayet û têkoşerên di oxira aştî û demokrasiyê de tê dikoşin kir ku helwestên xwe li hember van komkujiyên li dewletên îdiaya demokrastî, aştî û parastina mafên mirovan dikin, nîşan bidin.

Li Hesekê jî endama Kongra Star Menadîn Remo li taxa Kelasê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyêd de her du komkujiyên li Parîsê bi hevkariya îstîxbarata dewleta Tirk hatine kirin, da ku vîna gelên azad li her cihî têk bibin hatin şermezarkirin, êdî ev komkujî aşkera ne û AKP û MHP′ê bi piştgiriya NATO′yê van komkujiyan pêk tîne.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi çalakiyekê li goristana şehîdên kantonê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partiyên siyasî, meclisên leşkerî û tevgerên jinan şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê bi bîr anîn.

Endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Hefenî bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Em di vê rojê de şehîdên projeya xwe ya demokratîk ku li dijî wan hovantirîn komkujiyên serdema nû bi planên îstîxbarata dewleta Tirk hatine kirin, bi bîr tînin."

Nûr komkujiya ‎23′yê Kanûna 2022′yan de pêk hatiye; di êrişeke çekdarî ya li Komeleya Ahmet Kaya ya li Parîsê de endama Desteya ‎Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mihemed Şîrîn Aydin) û Ebdurrehman ‎Kizil şehîd bûn, bi bîr xist.

Nûr diyar kir ku Komkujiya Yekemîn û Duyemîn a Parîsê asta kîn û nefreta dewleta Tirk li dijî têkoşîna jinan û şoreşa wan a azad nîşan dide.

Nûr bang li hikumeta Fransayê kir ku li kêlek dewleta Tirk nesekinin û lêpirsîneke adilane ji bo aşkerakirina rastiyê pêk bîne û sûcdaran ceza bikin, her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku rola xwe ya aşkerakirina rastiya dewleta Tirk û sûcên wê pêk bînin.

Nûr El Hefenî bang li beşdaran kir li ber wêneyên şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê mûman pêxin.

KOBANÊ

Têkildarî mijarê, bi sedan xelkê kantona Firatê li Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê meşek li dar xist.

Meş ji Qada Şehîd Egîd ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên ′Komujiya Parîsê dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye′ hildan.

Li wir endama rêvebera Meclisa Jin a PYD′ê ya Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û wiha got: "Hevrê Evîn Goyî di oxira azadiya tevahî jinan de tê koşiya û dengê xwe gihand tevan. Lê ji hêla dijmin ve li navenda çand û hunerê ya Parîsê hate hedefgirtine û şehîd bû."

Di dawiyê de Sara wiha domand: "Ev ne komkujiya yekemîn e, di 9′ê Çileya 2013′yan de Sakîne, Leyla û Fîdan hatin hedefgirtin û şehîdxistin. Komkujî berdewam e û pergala qirkirinê li dijî Kurdan dewam dike. Ev komkujî bi awayekî rojane li dijî jinan li Bakurê Kurdistanê pêk tên. Berê jî cenazeyên şehîdên komkujiya Silopî 3 rojan li erdê ma û nehiştin kesek nêz be. Armanca dijmin ew e ku fikra demokrasî û fikra jinên azad were têkbirin, lê me niha hebûna xwe îsbat kir."

Endamê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Mihemed Mesî axivî û wiha got: "Em komkujiya li Parîsê şermezar dikin, her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin. Armanca dijmin têkbirina çand û hunera gelê Kurd e. Em ê heta dawî parastina Kurdistanê bikin."

Meş bi şermezarkirina komkujiyê û silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA