Koçberên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku bi hebûna çeteyan li Efrînê ewlehî tune ye û hêviya wan ku ewle vegerin cih û warê xwe. Di vê cejna Remezanê de jî tenê hêviyeke wan heye, ew jî vegera ewle ye.

Koçberên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
Koçberên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
Koçberên ji Efrînê: Daxwaza me vegereke ewle ye
2 nîsan, 2025   07:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Di 18'ê Adara 2018'an de, Efrîn ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û gelê Efrînê koçberî Şehbayê bû. Koçberên Efrînê 7 salan li Şehbayê li kampên Serdem, Berxwedan, Veger, Efrîn û Keştarê dijiyan. Lê di 2'yê Kanûna 2024'an de koçberên Efrînê careke din koçber bûn û berê xwe dan herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser. Koçberên ku li Hesekê bi cih bûn, têkildarî vegera ewle û hêviyên xwe yên di cejnê de ji ajansa me re axivîn.

Mihdîn Mihemed wiha got: “Efrîn ji bo me gelekî pîroz e. Em du caran koçber bûn, êşa me jî nayê vegotin. Va ye cejna Remezanê tê, em ji her tiştî dûr in. Lê hêviya me di vê cejnê de ku em bi ewle vegerin cih û warê xwe. Daxwaze me ji rêxistinên navneteweyî ku em bi ewle vegerin Efrînê."

'HÊVIYA ME VEGEREKE EWLE YE'

Xalid Şêx Mihemd diyar kir ku ew sê car e koçber dibe, dema şerê Helebê tê Efrînê û piştî sala 2018'an koçberî Şehbayê dibe. Di 2'yê Kanûnê de jî ji Şehbayê koçberî bajarê Hesekê dibe û wiha got: “Li vir jiyan gelekî zehmet e. Hêviya me û daxwaze me tenê em vegerin cih û warê xwe.”

'BI HEBÛNA ÇETEYAN EWLEHÎ LI EFRÎNÊ TUNE YE’

Ehmed Bekir destnîşan kir ku 7 sal e koçber bûye. 7 sal e hêviya vegera ewle di dilê efrîniyan de ye û wiha got: "Ev 7 sal e em ji Efrînê dûr ketin û me di cejnê de jî serdana gorên şehîd û xizmên xwe nekir. Em dixwazin bi ewle vegerin cih û warê xwe da ku em bikarin cejna xwe bikin. Daxwaze me tevan vegereke ewle ye. Çeteyan li Efrînê tişt nehişt, mil û malên me talan kirin, bi hebûna çeteyan jî ewlehî li herêmên dagirkirî tune ye. Em dixwazin bi ewle vegerin.”

ANHA