Koçberên ji Efrînê çima venagerin?

Li gel ku vegera koçberan yek ji xalên sereke yên peymana 29’ê Çileyê ye û gelê Efrînê ji bo vegerê amade ye, çima koçber venagerin? Çavkaniyan diyar kir ku sedemek zindîbûna DAIŞ’ê û xetereyên li ser rêyan in, a din jî; çekdarên girêdayî dewleta Tirk ji malên şêniyan dernakevin.

Koçberên ji Efrînê çima venagerin?
5 adar, 2026   13:19
QAMIŞLO

Di encama êrişên dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê yên di salên 2018-2019’an de, her wiha ji ber êrişên dewleta Tirk û komên wê û hikumeta demkî ya Şamê yên îsal, 450 hezar kes ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê koçberî Kobanê û herêma Cizîrê bûne. Koçber li kamp, dibistan, mizgeft, navendên werzîşê û malan bi cih bûne, di rewşên zehmet de dijîn û dixwazin bi awayekî ewle vegerin warên xwe.

29’ê Çileya 2026’an di navbera QSD û hikumeta demkî ya Şamê de peymanek çêbû. Yek ji xalên bingehîn ên peymanê vegera ewle ya koçberan e. Niha li ser vê peymanê gavên entegrasyonê tên avêtin, lê heta niha xala vegerê neketiye meriyetê.

16’ê Sibatê Kombenda Efrînê ya Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê der barê vegera ewle ya koçberên Efrînê de daxuyaniyek da. Hat diyarkirin ku dê nêzî 400 malbatên ji navçeyên Cindirês, Şiyê û Mabata yên Efrînê vegerin malên xwe.

Saziyên eleqeder ji bo vegerê dest bi amadekariyan kir û bi Neteweyên Yekbûyî re ketin nava dan û standinê. Her wiha ji bo lojîstîka vegerê raporek dan Neteweyên Yekbûyî. NY’yê heta niha bersiva wan nedaye.

Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê malbatên ku vegerin amade kirine. Lê heta ji bo vegera koçberan gav nehatine avêtin û malbat li benda agahiyekê ne.

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyan wergirtine, çend sedem hene.

Ya yekemîn; piştî êrişên 6-29’ê Çileyê (2026) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava, çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan û kampa Holê de hatin berdan. Şaneyên DAIŞ’ê li herêma Reqa û Dêrazorê bi aşkerayî xwe bi rêxistin kir. Vê jî bandor li ewlehiya herêmê kir û rê xistin bin xetereyê.

Ya duyemîn; malbatên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê ji malên şêniyan dernakevin. Li gorî agahiyên me ji gelê Efrînê wergirtine, malbatên ji Şêxmeqsûdê jî derbasî Efrînê bûne lê nikarin bikevin malên xwe û çeteyan malên wan desteser kirine. Malbat di malên xizmên xwe de dijîn. Bi taybet ji ber bereketa zeytûnên Cindirêsê çete û malbatên wan ji navçeyê dernakevin.

Efrîniyên ku bi xizmên xwe yên li Efrînê re diaxivin, got şênî di nava tirsê de dijîn. Eger çekdar bizanin pere bi malbatekê re hene yan jî alîkarî jê re çûye, malbatê dişêlînin. Dema gel berhemên xwe yên çandiyê radike jî, çekdar baceke mezin jê distînin.

Hîna têkildarî vegera koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Şêxmeqsûd û Şehbayê jî tu agahî nehatine dayîn.

(bî)

ANHA