Jinan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest

Bi sedan jinên ji Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê, li gel jinên koçber ên ji Serêkaniyê û Girê Spî, li bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

22 nîsan, 2026   14:35
HESEKÊ

Bi beşdariya bi sedan jinên ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û her weha koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî, Kongr Star ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li bajarê Hesekê li dar xist.

Meşê li Çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecerê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Serhed a li taxa Muftî ve çû, paşê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star Fatma Keleş axivî û daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir. Fatmayê destnîşan kir ku “salên tecrîdê raman û felsefeya wî netemirandine, lê belê ew raman belav bûne û berfireh bûne”.

Endama Koordînasyona Kongra Star Mîlya Malo jî diyar kir ku gelek jinan ji ramana Rêber Abdullah Ocalan îlham girtiye, di wê ramanê de wateyên azadî, rûmet û edaletê dîtine. Mîliyayê got doza Rêber Abdullah Ocalan mijareke kesane derbas kiriye û bûye doza gelekî ku ji mafên xwe bê par maye.

Mîliya diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û da zanîn ku ew bûye semboleke ramyarî ji bo gelên ku ji bo edalet û rûmetê tê dikoşin.

Meş bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(k)