Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Cizîrê şampiyonaya kişikê li dar dixe.

Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê
Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê
Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê
Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê
Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê
Ji Yekitiya Werzîşê şampiyonaya kişikê
29 mijdar, 2024   12:57
QAMIŞLO

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya plansaziya werzişê de her sal turnuvayên futbol, voleybol, basketbol, pinpong, kişik, kickboks, karete û hwd li dar dixe.

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Cizîrê di sezona sala 2024-2025'an de li Stadyuma Heysem Kiço ya li bajarê Qamişlo şampiyonaya kişikê ya mêran da destpêkirin. Ji temenên 17 heya 60 salî 14 kes beşdarî  şampiyonayê bûne.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û vegotina rêgezên lîstikê, hakeman starta pêşbirkê da. Di pêşbirkê de 14 kes ketin pêşbaziyê.

Sibê dê 3 kesên herî serkeftî bên diyarkirin û dûre bên xelatkirin.

(bm/bb)

ANHA