Ji MSDˊê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk

MSDˊê dagirkeriya Tirk û sûcên wê li herêma Efrîn û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin.

Ji MSDˊê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk
17 adar, 2024   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"18ˊê Adarê salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê ye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe li dijî welatiyên Kurd ên resen û pêkanîna sûcên qirkirinê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî li bakurê Sûriyeyê de dewam dikin.

Dewleta Tirk tevahî alavên qetilkirin û kirîmînîlîzekirinê li hember berxwedana lehengane ku 58 rojan ji hêla keç û xortên Efrînê ve dewam kiriye bi kar anîn û hîna jî meşaleya Berxwedana Serdemê li dar e.

Dewleta Tirk û komên wê yên terorîst li dijî şêniyên Kurd bi rêya qetilkirin, revandin, tecawîzkirin û revandina bi darê zorê sûcên hovane pêk anîn û zêdetirî 250 hezar welatiyên Efrînê dan koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin û kes ji parêzgehên din anîn û li wir bi cih kirin û di bin diruşmên mirovahiyê de bi fînansekirina dewletên herêmê ku tevkariya dewleta Tirk a dagirker di guhartina demografiya herêmê de dikin avahiyên mêtingehiyê ava kirin û dikin.

Dagirkeriya Tirk qirkirina komî û etnîkî bi awayekî aşkera pêk tîne, tevahî dîmen û agahiyên ji Efrînê tên vê yekê îsbat dikin. Her wiha raporên rêxistin û jêderên pêbawer van sûcan aşkera dikin, herî dawî jî HWR raporek derxist û hebûna dewleta Tirk li xaka Sûriyeyê bi dagirkeriyê wesif kir.

Şehîdbûna zarokê bi navê Ehmed Xalid Mamo bi destê sûcdarekeî li Cindirêsê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye bicihkirin û bertekên gel li hember vê yekê û redkirina welatiyan ji projeyên dagirkeriyê re nîşaneya vîna berxwedanê û redkirina rewşa ferzkirî ye.

MSDˊê berdewama dagirkeriya Tirk û sûcên wê li herêma Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî bi nûnertiya Konseya Ewlehiyê û Yekitiya Ewropayê bi taybet bang li dewletên Ereban dikin dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û komên alîgirên wê derxistin. Ji ber ku berdewama siyasetên dewleta Tirk aştî û ewlehiyê dixe xeteriyê.

Her wiha bang li Sûriyeyiyan û hêzên wê yên demokratîk dikin ku rê li pêş timayên dewleta Tirk ên fireh bigirin û li hember parçebûna welat bi rêya hevgirtinê û têkbirina nakokiyan bisekinin."

(fr)

ANHA