Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e

Xelkê bajarê Dirbêsiyê di merasîma xiyabî ya şehîd Delal Botan (Rûksan Derwêş) de diyar kir ku vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e.

Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
Ji merasîma şehîd Rûksan Derwêş: Vîna gelan ji êrişên dagirkeran bihêztir e
11 sibat, 2025   16:33
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo gerîlaya HPGˋê Delal Botan (Rûksan Derwêş) a ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Heftanînê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê de di 24ˋê Çileyê de şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xit. Di merasîmê de xelkê bajêr û endamên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn. Mersaîm li gundê Girbeşk ê bajêr hat organîzekirin.

Di mersîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Hîbe Berî sersaxî da malbata şehîd û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan gelên herêmê tune bike û têkoşîna wan a di oxira azadiyê de bi dawî bike."

Li aliyekî din dotmama şehîd Delal Botan, Cîhan Derwêş anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku vîna gelan were têkbirin û got: "Vîna me ji dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê bihêztir e û pêkanîna fikra şoreşgerî a li ser şopa şehîdan têk naçe."

Di dawiyê de merasîma şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA