Ji Meclisa Ol û Baweriyan bangek lezgîn ji hêzên navneteweyî re kir

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û olî kir ku li hember ketina fikra tundraw di nava sazûmaniya hikmê nû ya Sûriyeyê de destwerdanê bikin û siyaseta hikumeta demkî ku berdewama fikra "terorîst" e nas bikin.

Ji Meclisa Ol û Baweriyan bangek lezgîn ji hêzên navneteweyî re kir
23 ÇILE, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên zêde li ser pêşdeçûnên xeternak û lez li Sûriyeyê anîn ziman û hişyarî ji bo vegera çeteyên DAIŞˊê di bin sîwana siyasî de da.

Di daxuyaniyê de hişyarî li ser hewldanên tahrîfkirin û berovajîkirina rastiyan bi nîşandana çeteyên DAIŞ'ê yên girtî û malbatên wan wekî "girtiyên nêrînê" hat dayîn, ku ev yek rê li ber vegera wan bo nav saziyên dewletê vedike.

Meclisê fetwayên dûrxistinê yên li dijî hindikahiyên olî û neteweyî ku komkujiyên li dijî wan weke "fetih" û"serkeftinan bi nav kirin şermezar kirin. Di encama van êrişan de Kurdên li taxên Helebê koçber bûn, jiyana hevbeş a ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zêdetirî 10 salan ava kiriye hatin hedefgirtin.

Di daxuyaniya meclisê de banga belgekirina binpêkirin û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî dikin weke lîstina bi cenazeyan, qutkirina keziyên jinan piştî qetilkirina wan, serjêkirina dîlgirtiyan û êrişên li dijî goristanan.

Meclisê hikumeta El Şeri bi hewldana vejandina mîrasa DAIŞˊê û dayîna rûberên fireh ji tundrawanan re ku bi serbest tev bigerin tawanbar kir.

Meclisa Ol û Baweriyan ev daxwaz û bang ji civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û olî kir:

Helwesteke tund li dijî ketina bîrdoziya tundraw li nav sazûmaniya nû ya rêveberiya Sûriyeyê nîşan bidin.

Naskirina siyasetên hikumeta demkî wekî dirêjkirina fikra "terorîst" e û pêwîstiya rawestandina wan a demildest.

Parastina azadiyên olî û modela jiyana hevbeş wekî garantiya pirrengiyê.

Pêşîlêgirtina li vezîvirandina terorîstan di bin navê "girtiyên siyasî" de û misogerkirina hesabdayîna wan.

Zextkirina ji bo bicihkirina mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di destûra nû ya Sûriyeyê de.

(fr)