Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe

Di çarçoveya vegera bi dilxwazî de, ji kampa Erîşe 58 malbatên ji Dêrazorê vegeriyan warê xwe.

Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe
Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe
Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe
Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe
Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe
Ji kampa Erîşê 58 malbat vegeriyan warê xwe
11 sibat, 2025   13:51
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 23`ê Çileya îsal de ji bo koçberên li herêmên xweseriyê yên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe diyar kiribû ku ew amade ye alîkariyê bike.

Di vê çarçoveyê de îro ji kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê  58 malbat (305 kes) ên ji bajarê Dêrazorê vegeriyan warê xwe. Rêveberiya kampê ji bo vegera ewle ya malbatan otobus amade  bi koordîneya aliyên têkildar hemahengî kir.

Der barê mijarê de rêveberê kampa Erîşe Mihemed Beşîr bi bîr xist ku rêveberiya kampê ji destpêka vekirina kampê ve biryara veger û nevegerê daya koçberan. Beşîr diyar kir ku hîna metirsiyên ewlehiyê û binpêkirinên ku li herêmên wan têne kirin li pêşiya vegera hin malbatan a li cihê xwe dibin asteng.

Kampa Erîşe ku yek ji mezintirîn kamp li herêmê ye 25 km li başûrê bajarê Hesekê ye. Li kampê nêzî 14 hezar kes an ku 2 hezar û 700 malbatên koçber hene ku piraniya wan ji Dêrazorê ne.

(bb)

ANHA