Ji Îranê gefên tolhildanê

Rayedarên Îranê piştî kuştina Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind piştrast kirin, gefên tolhildanê li DYA û Îsraîlê xwarin.

Ji Îranê gefên tolhildanê
18 adar, 2026   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 19an de bi gavên dualî didome. Rayedarên Îranê di seatên sibê de piştrast kir ku Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind Elî Larîcanî li gel kurê xwe li maleke li Tehranê di encama bombardûmana hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin. Rayedarên Îranê piştî kuştina Larîcanî li ser hev gefên tolhildanê xwarin.

ERAKÇÎ: ŞER WÊ BANDORÊ Lİ HER KESÊ BİKE

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî diyar kir ku bandora şer wê di asta navneteweyî de bê hîskirin. Erakçî di peyama li ser medyaya dijîtal belavkir de iha got: “Pêla bandora global a şer hîn nû destpê dike û wê bandorê li her kesî bike.” Erakçî her wiha bi bîr xist ku rexneyên li welatên rojavayî yên li ser şer zêde bûne û destnîşan kir ku civaka navneteweyî divê hîn bêhtir nerazîbûnê nîşan bide.

Jİ ARTÊŞA ÎRANÊ PEYAMA TOLHİLDANÊ

Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Amîr Hatemî diyar kir ku kuştina Elî Larîcanî wê bêbersiv nemîne û got: “Xwîna Larîcanî û şehîdên din wê li erdê nemîne.“ Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku êrişên bi şev ên li ser Tel Avîvê weke bersivdana li kuştina Larîcanî û rayedarên din hatiye kirin.

Her wiha Îsraîlê duh jî ragihandibû ku Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind Elî Larîcanî kuştiye. Her çiqas çapemeniya Fars duh ev yek red kiribe jî îro rayedarên Îranê kuştina Larîcanî ragihand. Di seatên sibê de Îsraîlê ragihandibû ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî kuştiye. Lê heta niha Îranê bi fermî derbarê kuştina van her du rayedarên xwe de daxuyaniyek ne daye.