Ji Frankfûrtê bang : Ji bo Wanê rabin serî hildin
Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê, xespkirina vîna gelê Wanê bi çalakiyekê hat protestokirin.
![Ji Frankfûrtê bang : Ji bo Wanê rabin serî hildin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202404/image_870x_660c6e6e34eea.jpg)
Li ser banga KON-MED û TJK-E’yê li dijî xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê çalakî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li ber Hauptbahnhofê hatin ba hev û heta Konstablerwacheyê meşiyan. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Wanê”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
Girseyê daxuyanî da û got: “Rejîma Erdogan ji ber ku di hilbijartinên herêmî de xwe li destkeftiyên gelê Kurd negirt, serî li rêbazên dijhiqûqî dide. Xespkirina vîna gelê Wanê nayê qebûl kirin. Li dijî vê pêkanînên antîdemokratîk û mêtingeriya faşîst, em ê bi gelê Wanê re di nava piştevaniyê de bin.”