Ji destpêka salê ve 133 kes di êrişên DAIŞ`ê de hatine kuştin

Li çolistana Sûriyeyê ji destpêka salê ve 50 êrişên cuda ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kirin û di encamê de 133 kes hatine kuştin.

Ji destpêka salê ve 133 kes di êrişên DAIŞ`ê de hatine kuştin
24 sibat, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser malpera xwe ragihand ku ji destpêka salê ve çeteyên DAIŞ`ê 50 êriş li çolistana Sûriyeyê pêk anîne di nav de kemîn, êrişên çekdarî û teqîn hene. 

Di wan êrişan de 133 kes hatine kuştin di nav wan de 15 sivîl, 101 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan û 17 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

27 êriş li çolistana Himsê û 16 êriş li çolistana Dêrazorê, 3 li çolistana Reqayê, 3 li çolistana Hemayê û êrişek li Helebê pêk hatine.

(şx)