Ji bo şehîd Sarya Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin

Ji bo endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê şehîd Sarya Qamişlo merasîmeke xiyabî li dar xist û konê sersaxiyê hate vedan.

6 ÇILE, 2026   14:06
QAMIŞLO

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Sarya Qamişlo ku wek endama Fermandariya Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tev li pêvajoya berxwedanê bû, di koordîneya wê de cih girt û piştre derbasî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû û li herî pêş têkoşîna meşand.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişloyê îro ji bo Sarya Qamişlo (Yisra Nebî) ku di Sibata 2025’an de şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist û konê sersaxiyê li pêşiya mala malbata wê ya li taxa Kornîş a Qamişloyê hate vedan.

Bi sedan xelkê bajêr û gundewarên Qamişloyê, Yekîneyên Parastina Jin, hêzên leşkerî, Kongra Star, endam û eêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) berê xwe da konê sersaxiyê.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sarya Qamişlo re xwest û diyar kir ku Sarya Qamişlo jineke bihêz û cesaret bû. Şemsîxan Gulo da zanîn ku welatekî bi xwîn û kedan şehîdan hate avakirin qet nakeve û her tim dê xwedî li ked û xwîna şehîdên xwe derkevin.

Ji fermandarên YPJ’ê Zinarîn Qamişlo jî diyar kir ku şehîd Sarya fedaiya gel û welatê xwe bû. Zinarîn Qamişlo di dewama axaftina xwe de da bal kişand ser kesayeta şehîd Sarya û got: “Sarya wê her tim di dilê gel me bijî, qet namire, ew ê her dem di dil de zindî bimîne û her wiha em soz didin ku hata dilopa xwînê di canê me de hebe em xeta hemû şehîdan bidomînin.”

Endamê PYD’ê Ebdilhelîm Eko jî tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ev şehîd bûne wek pirekê ji bo gel û welatê xwe biparêzin ku bi têkoşîna wan azadiya jinên tevahî cîhanê dan nîşandan.

(re)

ANHA