Ji bo Gulîstan Tara şîn hat danîn

Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara ku duh di encama êrişa balafira dewleta Tirk a li ser wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad de bi hempîşe û hevrêya xwe Hêro Behadîn re şehîd bû li Êlihê şîn hat danîn.

Ji bo Gulîstan Tara şîn hat danîn
24 tebax 2024   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di bombebaranê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan Tara li Taxa Kultur a Êlihê ku bajarê wê ye şîn hate danîn.

Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Êlihê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tîryakî, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî bi awayekî girseyî beşdarî şînê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Şîn wê 3 rojan berdewam bike.