Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê

Di merasîmê sersaxiyê ya 2 şehîdên QSDˈê de berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê hat silavkirin û hate gotin "Ev erd erdê lehengan e, cihê tirsonekan li vir nîn e.”

Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê
3 ÇILE, 2025   14:38
QAMIŞLO

Ji bo şervanên QSDˈê Şervan Qamişlo (Şivan Ehmed) ê 30ˈê Kanûna 2024ˈan li Bendava Tişrînê şehîd bûbû û Lewend Qamişlo (Usama Hesen) ê 9ˈê Kanûna 2024ˈan li bajarê Minbicê şehîd bûbû, merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê herikîn bin konê sersaxiyê.

Konê sersaxiyê ku li taxa Hilko yê bajarê Qamişloyê hatiye vedan, bi wêneyên her du şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan û sembolên Şoreşa 19ˈê Tîrmehê hatine daliqandin.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Keç û xortên me li qadên berxwedanê destanên qehremaniyê bi tîpên zêrîn dinîvisînin. Em bi wan serbilind in, wê hêviyên me neşkînin. Heya em sax bin em ê piştgiriya wan bikin.”

Mihyedîn Hesen diyar kir ku serketinên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Gotin li hemberî ked û berxwedana şehîdan kêm dimînin. Em nikarin wesfên keda wan bidin. Helwesta wan li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê sabit e. Bi saya wan em dijînin. Bi têkoşîna şehîdan xeyalên dagirkeran têk çûn."

Mihyedîn Hesen di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê em bi rihê şerê gel ê şoreşgerî şer bikin û planên dijmin û şerê wê yê taybet têk bibin."

Bi navê hêzên leşkerî Mihemed Nezîr Sofî jî li dijî êriş, xiyanet û sîxûrtiyê soza mezinkirina têkoşînê da û wiha domand: "Hevgirtîn û têkoşîn lazim in. Îradeya gelê şoreşger ê ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vexwariye, naşikê."

Nezîr Sofî diyar kir ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê têkoşîneke bêhempa di dîroka gelê Kurd de tê kirin û şervanên li van eniyan rojane nameyan ji gelê xwe re dişînin.

Nezîr di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Madem li eniyên şer şervan hene ku bê westand û bê teredudu berxwedaneke mezin dikin, wê serkeftin para me, wê ala serkeftinê li ba be."

Dayika şehîd Şivan Mizgîn Ehmed jî diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û dê şopdarê rêya wî be û got: "Kurê min leheng e, heya dilopa dawî ya xwînê li ber xwe da. Ev erd erdê lehengan e, cihê tirsonekan li vir nin e."

(bb)

ANHA