Ji ber topbaranê ceryan li Eyn Îsayê qut bûye

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ceryan li tevahî bajar û gundewarên Eyn Îsayê qut bûye.

Ji ber topbaranê ceryan li Eyn Îsayê qut bûye
24 kanûn, 2024   11:46
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundewarên Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin. Di êrişê de derdora stasyona ceryanê ya bajar hat hedefkirin û kablên wê zirar dît. Di encamê de ceryan li ser bajar û gundewarên Eyn Îsa û gundên li rojavayê bajarê Girê Spî qut bûye.

Aliyên têkildar dest bi sererstkirina xetan kiriye.

(bb)

ANHA