Ji ber teyrokê ziyaneke mezin li çandiniyê bû

Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê ragihand ku ji ber barîna teyrokê zirareke mezin li zeviyên çandiniyê yên bajarên Dirbêsiyê û Amûdê bûye.

Ji ber teyrokê ziyaneke mezin li çandiniyê bû
29 nîsan, 2026   14:02
HESEKÊ

Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê, ji ber barîna teyrokê li bajarê Dirbêsiyê, bi qasî 4 hezar û 950 donim genim ji sedî 20 heta 70 û hezar û 560 donim ceh jî ji sedî 50 heta 70 ziyan lê bûye. Her wiha, li gorî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Cizîrê, 125 donim nîsk û 140 donim çandiniyên aromatîk, ziyan lê bûye.

Li bajarê Amûdê jî 13 hezar û 920 donim genim, 6 hezar 836 donim ceh, 4 hezar û 238 donim nîsk, 35 donim nok û 20 donim şitilên sebzeyên havînê, ziyan lê bûye.

(k)