Îsraîlê bîlançoya şerê li Xezayê aşkera kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezayê ve 899 efser û leşker, di nav de 455 di êrişên bejahî de, hatine kuştin, 6 hezar û 210 birîndar bûne.

Îsraîlê bîlançoya şerê li Xezayê aşkera kir
24 tebax, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê şevê berê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka şerê Xezayê yê 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve 899 efser û leşker hatin kuştin, 455 jî di êrişên bejahî yên hundirê Şerîda Xezayê de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka şer ve 6 hezar û 210 efser û leşker birîndar bûne, ji wan hezar û 477 birînên wan giran in.

Artêşê diyar kir ku 167 leşker tên dermankirin, ji wan 165 di rewşa navîn an jî xeter de ne. Artêşê destnîşan kir ku ji destpêka şer ve 78 leşker bi guleyên hevalên xwe yan jî qezayên êrişan hatine kuştin û 1998 jî birîndar bûne.

Duh (şemiyê, artêşê ragihandibû ku efser Uri Gerlitz (20) ê ji bajarokê Meitar ê Îsraîlê hatiye kuştin. Uri Gerlitz serkirdeyê koma "Shamson" a lîwaya Kifêr re, di teqîna mayîneke artêşa Îsraîlê li Xezayê de hat kuştin.

(fr)