Îranê rojnamevanekî Kurd destgîr kir

Hêzên dewleta Îranê, damezrînerê kanala bi navê Porîsman a li ser Telegramê weşanê dike, Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê destgîr kir.

Îranê rojnamevanekî Kurd destgîr kir
10 nîsan, 2024   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojnamevanê Kurd Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye destgîrkirin.

Her wiha hate gotin çarenûsa Mistefa Hemdî yê ku tê gotin damezrînerê kanala bi navê 'Porîsman' a li ser Telegramê weşanê dike, nayê zanîn.