Însiyatîfa Parêzeran: Yên aştiyê dixwazin êrişan nakin

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û daxuyaniyên dawî yên rayedarên dewleta Tirk ên li ser aştiyê diyar kir "Yên aştiyê dixwazin êrişan nakin".

Însiyatîfa Parêzeran: Yên aştiyê dixwazin êrişan nakin
24 cotmeh, 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişloyê ji aliyê endamê însiyatîfê Mehmûd Xelo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Ev êriş hemwextî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên der barê rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê de hatin kirin. Piştî van daxuyaniyan rasterast li Enqereyê cihek hat hedefkirin. Ev êriş di demekê de desthilata Tirk destûra hevdîtinê da malbata Rêber Abdullah Ocalan tên kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc şer û yên dermirovî ne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku ev êriş derfetên pêkanîna aştiyê lawaz dikin û wiha hat domandin "Em êrişên li ser herêmê û gelên wê şermezar dikin. Di heman demê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku zextê li Tirkiye bikin bila êrişên xwe yên bê sebeb rawestînin û komîteya lêkolînkirina rastiyan bişînin herêmê. Em bang li DYA, Rûsyaya Federal û hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku erka xwe bi cih bînin, êrişên dewleta Tirk ên ku bandoreke neyinî li têkoşîna dijî terorê dikin, rawestînin. Ev êriş wê rê li ber DAIŞ a terorîst veke ku hêza xwe komî ser hev bike û careke din ewlehiya herêmê û cîhanê bixe metirsiyê. Em ji dewleta Tirk re dibêjin, yên ku aştiyê dixwazin êrişan nakin."

(bb)

ANHA