Hunermendek û rojnamevanek hatin qetilkirin

Hunermend Diyala Sulhî El Wadî li mala xwe ya li Şamê û rojnamevan Kindî El Edayî li Dêrazorê kuştî hatin dîtin.

Hunermendek û rojnamevanek hatin qetilkirin
4 tebax, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din hunermenda sûriyeyî Diyala Sulihî El Wadî di mala xwe ya li taxa Malikî ya Şamê de  kuştî hate dîtin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, sûcdaran heta devê deriyê malê dan dû Diyala, dûre bi ser malê de girt û ew qetil kir.

Desthilatên hikumeta veguhêz heta niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Diyala El Wadî keça mûzîkjenê Sûriyeyî Sulhî El Wadî ye ku damezrînerê Peymangeha Bilind a Mûzîkê li Şamê ye. Tevî nasnameya Sûriyeyî, nasnameya iraqî û brîtanî jî bi Diyala re hene. Diyala di 1986ˊan de ji Peymangeha Bilind a Hûnerên Şanoyê der çûye. Di wê salê de gelek hunermend weke Hatim Elî û Xesan Masûd ji wê peymangehê der çûne.

Çalakvan û rojnamevan Kindî El Edayê ku nêzî du meh li Almanyayê vegeriya bajarê xwe, duh li mala xwe ya li taxa Cora ya li bajarê Dêrazorê darvekirî hat dîtin. Der barê mijarê de agahiyên zêde nehatin bidestxistin.

(fr)