Hunermend Emînê Erbanî wefat kir

Hunermend Emîn Erden (Emînê Erbanî) ku yek jî navên muzîka Kurdî yê tê hezkirin e, wefat kir.

Hunermend Emînê Erbanî wefat kir
18 adar, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Emînê Erbanî (Mehmey Emîn Erden) ku li navçeya Qoser a Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dijiyan, jiyana xwe ji dest da. Erbanî ku di salên 90'î de bi albumên xwe yên "Gundê Erban" û "Gundê Me" bi nav û deng bû, di muzîka Kurdî de bi rengî û dengê xwe xwedî cihekî taybet bû. Erbanî ku nêzî 3 sal bûn nexweşîneke giran lê peyda bûbû, li nexweşxaneyeke taybet jiyana xwe ji dest da.

Erbanî ku di sala 1966'an de li gundê Erban ê Qoserê hat dinê, bi navê gundê xwe Erban bi nav û deng bûbû.