HPC: Divê hemû pêkhate mekanîzmayên xwe yên parastinê ava bikin

HPC’ê têkildarî êrişên li dijî elewî, durzî, xiristiyan û her wiha yên li dijî jinan daxuyaniyek da û diyar kir ku divê hemû beşên civakê li her derê mekanîzmayên xwe yên parastinê ava bikin.

HPC: Divê hemû pêkhate mekanîzmayên xwe yên parastinê ava bikin
30 kanûn, 2024   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Giştî ya HPC û HPC-Jin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li dijî elewî, durzî, xiristiyan û jinan hate kirin û wiha hate gotin:

“Bi geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û belavbûna hêzên cîhadîst li seranserî welat, pêkateyên cuda yên Sûriyeyê wekî xiristiyan, elewî, durzî û Kurd, her wiha jin, dibin armanca hêzên cîhadîst. Di vê rewşa aloz de careke din jin û gel dibin hedefa êrişan, ji ber wê ji her demê zêdetir pêwîstiya hêzên civakî bi xweparastinê heye. Bi êrişên dewleta faşîst a Tirk û komên wê yên çete li bajarê Minbicê gel rastî komkujî û revandinê tên û bi taybet jinên çalakvan tên hedefgirtin. Qetilkirina her sê endamên Kombûna Jinên Zenûbiya mînaka vê rastiyê bû. Her wiha li bajarên weke Tartûs, Hema, Latqiyê, Şamê û hwd gelê Sûriyeyê yê ku li dijî êriş û binpêkirinên li dijî perestgehên olî, talan, kiryar û destdirêjiyên cîhadîstan rabûn û xwepêşandan kirin, rastî êrişan hatin û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

‘BI BEŞDARIYA JINAN Û HEMÛ PÊKHATEYAN EM DIKARIN WELATEKÎ AVA BIKIN’

Piştî rûxandina rejîma Baas em di qonaxa avakirina Sûriyeyeke nû de ne. Lê pêwîst e ev pêvajo bi îradeya gel û jinan bê meşandin. Ger Sûriyeya nû li ser esasê dînamîka civakê neyê avakirin, ew ê dawiya wê jî bê. Tenê bi beşdariya wekhev a jinan û hemû pêkhateyên cuda yên olî, çandî û etnîkî em dikarin welatekî demokratîk, adil û bi ewle ava bikin. Me li dijî rejîma Baas, DAIŞ, êrişên dewleta Tirk a faşîst û her cure zext û koledariyê li ber xwe da. Di berxwedana me ya dîrokî de hêza me ya cewherî a civakê hertim esas bû. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî li benda dewletek an hêzekê nebûn ku parastina me bike. Ji bo wê îro ji her demê bêhtir divê gel bi ruhê şerê gelê şoreşgerî parastina xwe bike, bi hêza xwe bawer be û hêza civaka xwe esas bigire. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad me gelek berdêlên giranbiha dan. Ji bo wê em ê heya dawî dilsozê şehîdên xwe bin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.

Êrişên li hember pêkhateyên cuda wekî xiristiyan, durzî û elewî, êrişên li hemberî me hemûyan in. Êrişên li ser jinên sûrî, êrişên li dijî destkeftiyên şoreşa jin in. Ji bo wê girîng e ku hemû beşên civakê li her derê mekanîzmayên xwe yên parastinê ava bikin. Divê mirov ji her temenî, ji her pêkhateya civakê werin cem hev bajar, tax û kolanên xwe biparêzin.

‘PARASTINA ROJAVA PARASTINA TEVAHÎ SÛRIYE Û ROJHILATA NAVÎN E’

Wek hêza HPC û HPC-Jin em parastina şoreşa Rojava û destkeftiyên wê wek erka xwe ya sereke dibînin. Parastina Rojava tê wateya parastina tevahî Sûriye û Rojhilata Navîn. Bi parastin û mezinkirina destkeftiyên şoreşa jinan li seranserî Sûriyeyê em dikarin ber bi welatekî demokratîk û azad ve gavan biavêjin. Parastina pirrengiya li Sûriyeyê bi hemû sembol, urf û kevneşopiyên wê pêwîsteyeke lezgîne û ev erk û berpirsiyariya me hemûyan e. Em bi taybet wek HPC-JIN bang li gelên Sûriyeyê dikin ku civaka xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî biparêzin.”