HPC: Çete negihîştin armanca xwe 4 hevalên me şehîd bûn

Hêza Parastina Cewherî ya Gelê Şehbayê (HPC) diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 30’ê Mijdarê hewl dane li Şehbayê êrişek berfireh pêk bînin, lê bi bersivdayîna xurt a HPC’ê negihîştine armanca xwe. Di pevçûnan de 3 endamên HPC’ê û endamek jî di qezayê de şehîd bûn.

HPC: Çete negihîştin armanca xwe 4 hevalên me şehîd bûn
1 kanûn, 2024   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Parastina Cewherî ya Gelê Şehbayê (HPC) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di 30’ê Mijdara 2024’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter ên girêdayî wê hewl dan êrîşên berfireh bînin ser herêmên Şehba û gundewarên wê. Lê bi bersivdayîna Hêza Parastina Cewherî ya gelê Şehbayê pevçûn derketin. Di pevçûnên li pêş xeta Şehbayê û gundewarên wê rû dan de komên çeteyan negihiştin armanca xwe.

Di van pevçûnan de endamên Hêza Parastina Cewherî ya Gelê Şehbayê Canyar, Sîpan û Cîhan bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên nemiran bûn.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku endamê Hêza Parastina Cewherî ya gelê Şehbayê Şahîn Efrîn yê ji pêkhateya Ereb a herêma Efrînê, dema li ser wezîfeya xwe bû, 30’ê Mijdara 2024’an di encama qezayekê tevlî karwanên nemiran bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em rêhevalên xwe Şahîn, Canyar, Sîpan û Cîhan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

(a)

ANHA