Hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de çêbûn

Meclisa Demokratîk a Gelan hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de çêkir.

Hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de çêbûn
Hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de çêbûn
Hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de çêbûn
Hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de çêbûn
10 gulan, 2024   16:33
REQA

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî ya 99’an a der barê Qanûn Dabeşkirina Îdarî de li dar xist.

Civîn li avahiya xwe ya li bajarê Reqayê  bi amadebûna hevserokên Desteya Rêveber a Meclisa Demokratîk a Gelan, hevserokên meclisên gelan ên kantonan, hevserokên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan pêk hat.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşiya azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman rojeva civînê xwend.

Meclisa Demokratîk a Gelan hinek guhertin di Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkir.Guhertinên ku hatin çêkirin dê dema pêş werin parvekirin.

Meclisa Demokratîk a Gelan a di civîna xwe ya 98’an ku 30’ê Nîsanê li darxistibû de Qanûna Dabeşkirina Îdarî  ya ji 5 madeyan pêk tê, erê kiribû.

4’ê Gulanê Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di civîna xwe ya asayî de dabeşkirina îdarî ya kantona Cizîrê nîqaş kiribû.  Di civînê de pêşniyar hatibû kirin ku hinek guhertin di dabeşkirina îdarî ya kantonê de çêbibin.  Pêşniyar pêşkêşî Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

(bb)

ANHA