Hikumeta veguhêz rêya Heleb-Reqayê girt

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî Dêr Hafirê rêya Heleb-Reqayê girt.

Hikumeta veguhêz rêya Heleb-Reqayê girt
27 îlon, 2025   12:26
TEBQA

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh êvarê (26 Îlon) rêya di navbera Heleb-Reqayê de ya nêzî rojavayê herêma Dêr Hafirê girt.

Hikumeta veguhêz bi vê yekê rêya çûn û hatina şêniyan û tevgera bazirganiyê ya di navbera Heleb û herêmên Rêveberiya Xweser de digire.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê Meha El Xelef diyar kir ku bi sedan rêwiyên li ser rê li benda derbasbûnê mabûn, neçar man vegerin.

Heya niha sedema girtina rê nehatiye zanîn.

(bb)

ANHA