Hikumeta veguhêz raporên şandina hêzên xwe ji bo Yemenê derewandin

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê raporên ku behsa şandina hêzên wê ji bo Yemenê û beşdariya di şerê li dijî Hûsiyan de red kirin.

Hikumeta veguhêz raporên şandina hêzên xwe ji bo Yemenê derewandin
8 cotmeh, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê raporên ku tê de tê gotin ku ew şandina hêzên leşkerî yên Sûriyeyê ji bo Yemenê ji bo beşdariya şerê li dijî Hûsiyan lêkolîn dike, red kirin û da zanîn ku eniyên nû venakin.

Şêwirmendê Serokatiya Kar û Barên Ragihandinê Ehmed Miwefeq Zêdan got: “Raporên têkildarî şandina hêzên ji Sûriyeyê ber bi Yemenê ve, derew in, siyaseta li welatê wan tê meşandin ne ji bo vekirina eniyên nû ye.”

Wezareta Ragihandinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî diyar kir di qonaxa heyî de xebatên hikumetê ji nû ve avakirin û başkirina rewşa jiyanî ya sûriyeyiyan e.

Malpera Axios duh (7 Cotmeh) destnîşan kiribû ku Erebistana Siûdiyê û Sûriyeyê ji bo şandina hêzên Sûriyeyê ya ji bo Yemenê dan û standinan dikin, li gorî heman malperê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera jî vê pêşinyarê bi awayekî cidî lêkolîn dike, lê hîn biryareke dawîn nedaye.

(sb)