Hikumeta demkî êrişa li ser bendera Misrê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî bombebarankirina keştiyên Misrê şermezar kir û piştgiriya xwe bi Misrê re anî ziman.

Hikumeta demkî êrişa li ser bendera Misrê şermezar kir
31 tîrmeh, 2026   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî bombebarankirina 2 keştiyan li bendera Demyat a Misrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrişa li ser keştiyên li bendera Demyatê hate şermezarkirin û hate gotin: “Kiryarên xetereyê li ser ewlehiya sivîlan, navîgasyonê û aramiya herêmê çêdikin, em qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sûriye piştgiriya xwe ji bo Komara Misrê tîne ziman. Her wiha Wezaretê diyar kir ku divê li ser asta herêmî û navdewletî zêdetir aramiya herêmê were parastin.

Misrê duh ragihand ku dronekê bendereke wê bombebaran kiriye û di encama wê de agir bi benderê ketiye û keştî û barhilgiran ziyan dîtiye.

(np)