Hikumeta demkî careke din bihayên sotemeniyê zêde kirin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bihayên sotemenî û gazê bi rêjeya ji sedî 17-30 bilind kirin.

Hikumeta demkî careke din bihayên sotemeniyê zêde kirin
7 gulan, 2026   14:32
ŞAM

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê lîsteya nû ya bihayên petrol û gazê weşand. Li gorî lîsteya ku ji aliyê Şîrketa Depokirin û Belavkirina Petrolê ya Sûriyeyê ya hikumeta demkî ve hatiye weşandin, bihayên petrol û gazê bi rêya ji sedî 17-30 bilind bûne û bi dolar hatine destnîşankirin.

Di lîsteyê de, bihayê lîtreya mezotê ji 0.75 dolarî bûye 0.88 dolar anku bi rêjeya ji sedî 17.3 bilind bûye.

Bihayê lîtreya benzînê ya kalîteya 90 ji 0.85 dolarî bûye 1.1 dolar (Ji sedî 29.4 zêde bûye).

Lîtreya bezîna bi kalîteya 95 jî ji 0.9 dolarî bûye 1.15 dolar (Ji sedî nêzî 26.4 bilind bûye).

Her wiha li gorî lîsteya nû, bihayê cereyeke gaza malan ji 10.5 dolarî bûye 12.5 dolar (Ji sedî 19 zêde bûye) û bihayê cereya gaza pîşesaziyê ji 16.8 dolarî bûye 20 dolar.

(bb)