Hikumeta demkî bi ser malên Kurdan de girt

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundê Nîrebiyê yê Helebê bi ser malên Kurdan de girt û 2 kes destgîr kirin.

Hikumeta demkî bi ser malên Kurdan de girt
15 nîsan, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî agahî dan ajansa me ku duh bi şev (sêşem) hêzên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundê Nîrebiyê yê dikeve bakurê Helebê bi ser malên Kurdan de girtiye û 2 kes destgîr kirine. 

Heman çavkaniyan da zanîn ku hêzên hikumeta demkî 20 kes bûn û bi 4 wesayîtên leşkerî bi hinceta ew ciwan bi Rêveberiya Xweser re dixebitin, destgîr kirine.

Hate zanîn ku bi ser malên Abdulcelîl Îdan (55), Hekîm Şahîn, Şahîn Hekîm Şahîn (23), Îmad Abdul El Cewad (45), Mihemed Nûrî Miho (36), Abdul El Cewad Abdulqadir Wilo (63), Ziyad Ehmed Abdulqadir Wilo (40) û Selah Mihemed Abdulqadir Wilo (45) de girtine û li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Îmad Abdul El Cewad û Şahîn Hekîm hatine destgîrkirin.