Hêzên Îranê 4 welatiyên Kurd revandine

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir ku beriya 13 rojan hêzên Îranê bi ser gundê Dêweznawî ya ser bi navçeya Sewlawa ya bajarê Sine de girtine û 4 kesan revandine. Çarenûsa kesên hatine revandin nediyare.

Hêzên Îranê 4 welatiyên Kurd revandine
18 mijdar, 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku 5’ê Mijdarê hêzek ya ser bi Îtleata Îranê bêy biryara dadgehê bi ser gundê Dêweznawî ya ser bi navçeya Sewlawa ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de girtine.

Li gund 4 welatiyên bi navên Cehfer Erdelanî (40), Mihemed Kerîmî (31), Hemîd Salihnejadî (27) û Sîna Esed Hekîmî (15) sal binçavkirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin piştî ew her çar kes hatine binçavkirin, ew birine navenda Îtaletê ya li Sine û ji wê demê ve rê nayê dayîn hevdîtina li gel parêzer û malbatan pêkbînin.

Hat diyarkirin ku heta niha di derbarê rewşa her çar welatiyên Kurd de ti agahiyek nayê zanîn.