Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişa li nêzî Şedadê de daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişa şaneyên DAIŞˈê ya li Şedadê de daxuyand ku di bersvidayîna êrişê de 2 çete birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişa li nêzî Şedadê de daxuyanî da
30 kanûn, 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyên çeteyên DAIŞˈê îro li ser rêya Şedadê-Deşîşe êrişî erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di encamê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li bajarokê Deşîşe yê başûrê Hesekê 6 endamên şaneyên rêxistina DAIŞˈê ku li 3 motorsîklêtan siwar bûbûn, êrişî erebeya hêzên me yên ku mîsyona parastina ewlehî û aramiya herêmê pêk dianî, kir. Di encama êrişê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn.

Hêzên me bersiva êrişê da, di encamê de 2 endamên şaneyên terorîst birîndar bûn.

Hêzên me dê lêgerîna xwe ya li endamên şaneyê yên reviyayî dewam bikin. Di vê çarçoveyê de lêgerîneke berfireh li herêmê hat kirin da ku werin girtin û wan bidin destê edaletê. Em soz didin gelê xwe ku ev kirinên tirsonek tu carî me dûrî xebata me ya tunekirina terorê û misogerkirina ewlehî û selametiya civakê, naxîne."

(bb)

ANHA