Heyva Sor a Kurd alîkarî li gundên Kobanê belav kirin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi alîkariya Desteya Kar û Barên Civakî yên bajarê Kobanê alîkarî li şêniyên gundên Xanika Avdo û Mîlê belav kirin.

5 adar, 2026   17:00
KOBANÊ

Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi alîkariya desteya Kar û Barên Civakî yên bajarê Kobanê alîkarî li xelkên gundên Xanika Avdo û Mîlê yên başûrê rojhilatê Kobanê belav kirin.

Têkildarî belavkirina alîkariyan li wan gundan Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah axivî.

Hediye Ebdullah anî ziman ku "Ev zêdetirî mehekê ye dorpêç li ser Kobanê û gundewarên wê heye. Mew hewl da derfetê vekin ku karibin alîkariyê bigihînin gelê xwe yê Kobanê. Me xwest alîkariyê li gundên ku piranî hatine wêrankirin belav bikin û ji wan gundan ve dest pê bikin. Îro em wek heyva Sor a Kurd, bi alîkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya bajarê Kobanê me alîkarî li gelê gundên Xanika Avdo û Mîlê belav kirin. Di alîkariyê de pêdiviyên jiyanê û kinc hene."

Hediye da zanîn ku ew wek Heyva Sor a Kurd ew ê bi hemû awayî alîkariya gel bikin û da zanîn ku heta ku ji destê wan tê ew ê alîkariya gelê xwe bikin, da ku ew barekî ji ser wan rakin.

(sş/fr)

ANHA