Heyet Tehrîr El Şam gelek nuqteyên hêzên Şamê kontrol kirin

Di encama şerê navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê û Hêzên Şamê de 23 kes ji her du aliyan hatin kuştin. Çeteyên Heyetê gund û bajarokên li gundewarê rojavayê Helebê kontrol kirin û Fova 46ˋan a li gundewarê Helebê dorpêç kir.

Heyet Tehrîr El Şam gelek nuqteyên hêzên Şamê kontrol kirin
27 mijdar, 2024   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" gund û bajarokên Şêx Eqîl, Encara, Bala, Hêr Derkel, Qubtan El Cebel, Selom, Cemiyet El Meerî, Qasimiye, Keferbesîn, Hor û Acil ên li gundewarê rojavayê Helebê kontrol kirin. Di van kêliyan de li derdora Foca 46ˋan ji gelek aliyan ve, piştî çeteyan Til Deba û kargeha Zeiterî kontrol kirin, şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Hêzên Şamê bi sedan obisan nuqteyên çeteyan li bakurê rojavayê Sûriyeyê hedef girtin, her wiha balafirên şer ên hêzên Şamê û Rûsyayê 18 caran nuqteyên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam bombebaran kirin.

Di encama şer û pevçûnên îro de, 17 leşker ji hêzên Şamê û 6 çeteyên Heyetê hatin kuştin.

(fr)