‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me ronî dikin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Sorxwîn û Azadî bi bîr anîn û diyar kir “Em ê tola wan rakin û welatekî azad ava bikin."

‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me ronî dikin’
11 sibat, 2025   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik daxuyaniyeke nivîskî weşand ku 11’ê Sibata 2024’an di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûbûn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me yên hêja Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik berî niha bi salekê 11’ê Sibata 2024’an di êrişeke bêbext a dewleta Tirk a li ser navenda Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Qamişloyê şehîd bûn.

Hevrê Sorxwîn a ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Makûyê ye, ji Bakurê Kurdistanê warê egîdan Gabarê ji bo ku di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê de cih bigire, derbasî Kobanê bû, bi esasî tenê ne gelê Kurd, tevahî mirovahî parast.

Hevala me Azadî jî ji warê Mihyedîn, Diljîn û Ferhadan Dêrika Hemkoyê bû, ji roja tev li nav refên azadiyê bû heya şehadeta xwe ji bo serfiraziya gelan tê koşiya.

Hevrê Sorxwîn û Azadî bûn xwedawendên hemdem ên ji bo jiyana li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinan nirxên herî pîroz afirandin.

Weke gaziyên şer ji bo me heval Azadî û Sorxwîn nas kir û di bin berpirsiyariya wan de xebitîn, em serbilind û şanaz in.

Her kêliya Sorxwîn û Azadî bi şer, têkoşîn û berxwedan bû. Zanîbûn jiyaneke pîroz di nav rewşên herî awarte de bijîn. Di xisûsa ku ji vê jiyanê soza azadî û wekheviyê bidin gelan bi ser ketibûn.

Sorxwîn û Azadî li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo ji bo avakirina civaka li ser bingehê prensîbên exlaqî yên jina azad di nav têkoşîneke herî bi rûmet de bûn. Ruh û vîna her kêlî û pêvajoyan bûn. Lewma ji dijmin re bûn tirsa herî mezin. Ji ber vê dijmin ew her du pêşeng û qehremanên me kirin hedef.

Bi hêz, coş, ruh û îradeya şehîd didin me û her kêliyê wateyan li jiyan û têkoşîna me bar dikin, em ê ji tevahî astengî û zehmetiyan bibihurin.

Meşa me ya şoreşgerî ya ji aliyê Sorxwînan û Azadiyan rohnî dibe û bi tevlîbûna bi hezaran hevrêyan bênavber didome, wê bi serketinê tacîdar bibe.

Xwedîderketina li nirx, têkoşîn û berxwedana hevrê Sorxwîn û Azadî deynê stûyê me ye. Bi îrade, wêrekî û ruhê Azadî û Sorxwîn pêşxistina berxwedanê, rûmet û kerameteke herî pîroz e.

Careke din di yekemîn salvegera şehadeta heval Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik de em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tinin. Şehîdên me timî bi me re dijîn. Bicihanîna hêvî û armancên wan erk û wezîfeya me ya herî esasî ye. Em soz didin tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn, ava bikin.”