Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re rojeva çapemeniya erebî ye

Dezgehên çapemeniyê yên erebî û biyanî bal kişand ser hêza Rêber Abdullah Ocalan a çareserkirina aloziyên li herêmê. Rojnameyeke erebî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan "mirovê ji bo aştiyê pêwîst e û kilîta çareseriya mayînde" ye. Rojnameyên din jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî modeleke nû ya aştiyê ye.

 Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re rojeva çapemeniya erebî ye
30 kanûn, 2024   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek dezgehên çapemeniyê yên erebî û biyanî der barê serdana DEM Partiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan de nivîsîn û diyar kir di destê wî de çareseriya aloziyên li herêmê û pêşniyarên ji bo temamkirina aştiyê hene.

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser daxuyaniyên Rêber Abdullah Ocalan û îşaret pê kir ku ew ji diyaloga siyasî ya bi desthilata Tirk re amade ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku di destê Kurdan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hêmanên diyalogê yên zêde û girîng hene ku dikarin bi rêya wan bi awayekî çalak tev bigerin û asta encamên ku dê pêk werin, bilindtir dikin.

‘KILÎTA ÇARESERIYA MAYÎNDE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat a Erebistana Siûdî jî Rêber Abdullah Ocalan wek "mirovê ji bo aştiya li Tirkiyeyê pêwîst" bi nav kir û wiha nivisî: "Hevdîtina li Îmraliyê hêviyên çareserkirina pirsgirêka kurd vedijîne.”

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivisî: "Rast e 25 sal e di girtîgehê de ye lê damezirîner û serokê PKK`ê Abdullah Ocalan dema behsa pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê tê kirin, mirovê pêwîst e. Rast e girtî ye, lê Ocalan nehatiye jibîrkirin. Ji ber ku xwedî bandoreke mezin li ser Kurdên li Tirkiyeyê û herêmê ye, her tim ew kilîta çareseriyê ye, dema pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê aloztir dibe."

MODELA NÛ YA AŞTIYÊ

Beşa erebî ya DW a almanî jî bal kişand ser daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku wî destnîşan kiriye ku ew ji bo "modela nû ya aştiyê " amade ye û behsa fişarên li ser Kurdên li Bakurê Kurdistanê kir. Rojnameyê anî ziman ku ev demeke dirêj e li herêmên kurdî yên Tirkiyeyê aborî bi paş ketiye û para kesan ji hilberandina xwecih kêm e.

Tora Sky News a Îmaratê jî nivîsand ku serdan girîng bû. Ev jî hêza Rêber Abdullah Ocalan a bidawîkirina aloziyan û pêşxistina aştiyê rave dike.

‘AŞTÎ DÊ BI XWE RE DESTKEFIYÊN MEZIN BÎNE LÊ SIYASETÊN BERÊ YÊN TIRKIYEYÊ BÊ HÊVÎ NE’

Tora El Erebiye ya Siûdiyê jî diyar kir ku sepandina aştiyê li Tirkiyeyê, dê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne, dê barên li ser hêzên ewlehiyê siviktir bike, aboriya li başûrê rojhilatê welêt ku piraniya niştecihên wê Kurd in, xurttir bike û aloziya civakî siviktir bike.

Torê di heman demê de bal kişand ser hewldanên berê û destnîşan kir ku beriya 2 mehan di encama bêaramiya herêma Rojhilata Navîn û guhertina hevkêşeyên siyasî de cara yekemîn hewldana bidawîkirina aloziya di navbera Tirkiye û PKK`ê de derket pêş lê derfetên biserketina vê hewldanê ne zelal man, nemaze ku Enqere têkildarî ji bo çi ev gav pêwîst dike, tu delîl pêşkêş nekirin.

(şx/k)