Fermanderiya nû ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di civîna xwe ya salê de, erkên xwe radestî fermandariya nû kir.

Fermanderiya nû ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê
24 sibat, 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku fermandariya nû dest bi erkên xwe kiriye. 

Li gorî navendê, meclisê roja înê (23`ê Sibatê) civîna xwe ya salê li dar xistiye û di wê civînê de fermandariya berê Mihemed Ebû Adil, Ebdurehman El Benawî û Şervan Derwêş erkên fermandariyê radestî fermandariya nû Xelîl Qehraman û Îbrahîm Hemdan kir.

(şx)