Eşîrekê giliyê berpirsên komeke hikumeta demkî kir

Qebîleya El Mewalî ya li Hemayê gilînameyeke fermî li dijî berpirsê Firqeya 62'emîn a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin û bûye beşeke hêzên hikumeta Sûriyeyê, pêşkêş kir.

Eşîrekê giliyê berpirsên komeke hikumeta demkî kir
23 nîsan, 2026   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Qebîleya El Mewalî ya li gundewarên Hemayê gilînameyek li dijî birayê berpirsê Firqeya 62'yan a hêzên hikumeta demkî ya piştgiriyê xwe ji dewleta Tirk digire, pêşkêş kir ku dest datîne ser erdên wan ên çandiniyê.

Di gilînameyê de ku bi rêya Meclisa Şêwirî ya Eşîra El Beşakim pêşkêşî hikumeta demkî hatiye kirin, tê gotin ku birayê berpirsê Firqeya 62'an Mihemed El Casim (Ebû Emşa), Fadî El Casim bi hêza çekê dest daniye ser 650 donim erdê çandiniyê yê li bajarokê Ebû Qedûr ê navçeya El Hemara ya Hemayê.

Her wiha hate destnîşankirin ku Fadî El Casim bi maşîne û çekdarên girêdayî komeke ser bi hikumeta demkî ve ketiye nava erd û kolandine.

Qebîleya navborî, ev kirin wek binpêkirineke mezin li dijî aştiya navxweyî bi nav kir û xwest aliyên têkildar berpirsyariyên xwe bi cih bînin, lêpirsînekê bidin destpêkirin, hesab bixwazin û erd li xwediyên wan vegerînin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji bandorên van binpêkirinan hişyarî da û bang ku divê ev pirsgirêk bi rêyên qanûnî û bi lez werin çareserkirin.

17'ê Tebaxa 2013'an Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê, ji ber sûcên ku li Sûriyeyê pêk anîbûn,  ceza li Firqeya 'Şah Silêman" û berpirsê wê Mihemed El Casim (Ebû Emşa) û Firqeya El Hemzat û berpirsê wê Ebû Bekir birîbû.

(bb)